Qeza li têketina navçeya Kaleyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 44 LF 651 a ku şofêra wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir li du wesayîtên ku ji şerîda hember dihatin qelibî.
Di encama qezaya ku pêk hat de Abdusselam Ekîcî û Selamî Çeçen canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)