Qeza li ser rêbeja Bartin-Zonguldakê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a ku ajokarê wê hakimîyeta dîreksîyonê winda kir qulibî.

Di encama qezayê de 2 kes canê xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)