Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, ew destekê didin doza Filistînê û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Meseleya asayîbûna bi îsraîlê re em bi zimaneke teqez red dikin û vê yekê cardin tînin zimên.”

Li Hewlêra paytexta Kurdistana Başûr doh serokê çend eşîrên ereb li hev civîyan meseleya asayîbûna bi rejîma siyonist û îşxalker re anîn zimên ku ev yek bû sedema bertekan.(ÎLKHA)