Yapicioglu di nirxandina ku kir de destnîşan kir, ew di wê pêvajoya bêpevçûnîyê ya ku jê re dibêjin “Demaojaya Çareserîyê” de xeletîyên ku hatin kirin anîn zimên lê belê tu kes guh neda gotin û pêşnîyazên wan.
“Tiştê ku ji xwe re dixwaze divê ji birayê xwe re jî bixwaze.Tiştê ku tu naxwazî li te bê kirin divê tu li kesekî din neke”
Yapicioglu di destpêka nirxandina xwe de destnîşan kir, ew wê demê anîn zimên ku li gorî dewletê meseleya Kurd meseleya şîddet, teror, îqtîsadî û paşvamayînê ye û dû re wiha li nirxandina xwe zêde kir: “Lê di rastîyê de mesele ne ev tenê bû. Belê mesele û problemeke wisa heye, lê belê meseleya Kurd ne ev mesele ye. Meseleya Kurd meseleyeke cuda ye û me vê meseleyê wisa tarîf kiribû: Ev meseleya tunebûna heq û heqîqetê û biratîya ku bes di gotinan de dimînê û nayê tetbîqkirin e. Ger ev mesele bi vî şiklî bê famkirin, ango di warê biratîyê de dev ji gotinên pûç û betal bê berdan û heq û hiqûq bê tetbîqkirin û ger tê xwestin yekîtîya ku xera bûye cardin bê tesîskirin, berîya her tiştî divê edalet bê tesîskirin.Edalet çi ye? Edalet ev e: Tiştê ku ji xwe re dixwaze divê ji birayê xwe re jî bixwaze.Tiştê ku tu naxwazî li te bê kirin divê tu li kesekî din neke.Bi gotineke hêsan mesele dikare bê famkirin û hînbûna tiştên pêwîst jî hêsan e. Lê belê her tim bi cîyekî din ve tê kişandin. Di wê pêvajoya bêpevçûnîyê ya ku jê re dibêjin “Demaojaya Çareserîyê” de me xeletîyên ku hatin kirin anî zimên lê belê tu kes guh neda gotin û pêşnîyazên me.Yek ji van xeletîyan jî meseleya muhattabbûnê bû. Ger bi rastî ev mesele dixwaze bê çareserkirin wê demê muhattabê we ew kes in ku temamê wan xwedîyê wî heqî ne û temamê wan heqan teleb dikin. Me tiştekî din got: Ger tiştek ji maf û heqên bingehîn be wê demê hewce nake ku bê telebkirin. Lewra ji xwe ev yek heqê wî ye.Bi gotineke din hewce nake ku rabe bêje ez vî heqî dixwazim. Her wisa me got ku ger ev yek heqeke bingehîn û eslî be hûn nikarin vê yekê bikin meseleya bazarê, hûn nikarin vê yekê bi hinek kesan re muzakere bikin, hûn nikarin vê yekê bi hinek şert û mercan ve girê bidin. Ger destî yekî de çek hebe tu nikarî dayîna heqan bi berdana çekên di destê wî de girê bide. Her wisa tu nikare ji welatîyên ku di destên wan de çek tune ne da’wa heqên xwe dikin re nikare bibêje ‘Tu vî heqî teleb dikî, lê belê heta filan kes çeka di destê xwe bernede ez vî heqî nadim te.’Demajo wisa hat meşandin. Niha jî heman tişt e. Me hingî jî got û niha jî dibêjin. Ger hûn bes hûn dixwazin meseleya çek, tundî û pevçûnê bi dawî bikin wê demê hûn dikarin bi wan kesên ku çekê di destê xwe de digirin er şert û mercan xeber bidin.Me van tiştan got, lê belê weke ku me got hinek kes rast e rast û hinek kes ne raste rast heman tiştî dibêjin: ‘Ev mesele, meseleya çeka di destê PKKê de ye. Ger em van çekan ji destên wan bistînin em dikarin meseleyê çareser bikin.’ Em jî vê yekê cardin dibêjin, ger hûn meseleya Kurd çareser nekin ew ê PKK berdewam bike, lewra PKKê ne sedema vê meseleyê netîceya vê meseleyê ye. Ger sibe du sibe PKK xwe fesih bike û ev mesele jî neyê safîkirin ew ê hinek tişt û komên din derkevin. Em ji serî ve vê yekê dibêjin.Lê belê hêj hinek derdor naxwazin vê yekê bibihîzin,naxwazin meseleyê bibînin.”(ÎLKHA)