Di hevdîtinê de ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera gelê Kurdistan û Awusturya de tekez li ser pêşxistina peywendiya dostaneya di navbera her du aliyan û berfirehkirina peywendiyên li warê bazirganî û veberhênanê kirin.

Her di vê hevdîtinê de Balyozê Awusturya qala rola hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li şerê dijî Da'îş kir û xebat û qurbanîdana gelê Kurdistanê ya ji bo gihîştina bi azadiyê bilind nirxand.(ÎLKHA)