Qeza li 22emîn kîlometreya rêbeja Konya-Edenê pêk hat. Li  gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a ku ji Bîngolê ber bi Îzmîrê ve diçû ji ber ku ajokar hakimîyeta dîreksîyonê winda kir ji rê derket û qulibî.

Di encama qezaya ku pêk hat de 14 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)