Barzanîyê ku berî vê çend rojan çûbû Londonê û bi rayedarên Îngîlterê re hevdîtin kir, hevdîtinên xwe didomîne. Tê diyarkirin hevdîtina ku di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Îngîltereyê Boris Johnson de dest pê kir bi dawî bû.
Di hevdîtinê de geşedanên herêmî û pêwendîyên dualî hatin gotûbêjkirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derheqê hevdîtina ku hat kirin de li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û derbarê hevdîtinê de wisa got: “Ji ber hevdîtina ku hat kirin ez kêfxweş im. Di hevdîtinê de pêwendîyên dualî, gefa terorê, îstîqrara herêmî û mijarên hwd. hatin gotûbêjkirin.”(ÎLKHA)
Delighted to meet the British PM @BorisJohnson in Londan today. We discussed KR-UK ties, increased threat of terror, regional stability and areas of potential cooperation, including economy. I appreciate the PM’s continued commitment to further strengthening ties with KR & Iraq. pic.twitter.com/mRPeQNnkp7