Qeza li ser rêbeja Diyarbekir-Rihayê li nêzî mewqîya Gommetaşê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin tir û mînîbuseke ku nasnameya ajokarên wan û plaqeyên wesayîtan nehat hînbûn li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 19 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)