Qeza li ser rêbeja Mugla-Denîzlîyê li nêzî mewqîya Yaraşê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobuseke gerê ya ku ajokarê wê Azîz Çaglar bû derbasî şerîda hember bû û li serwîsa xwendekaran a ku ajokarê wê Cîhan Duran bû qelibî.

Di encama qezaya ku pêk hat dekesek mir û 35 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)