Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destîşankirin, hevdîtinên gera duyemîn ên  hevpar ên ku di navbera Tirkîye-Misirê de tên kirin, di navbera heyetên ku  jê re Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyeyê Sedat Onel û Alîkarê Serokê Karên Derve yê Misirê Hamdi Sanad Loza serokatî dikir de hat kirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin hevdîtin di navbera 7-8ê Îlonê de li Enqerê hat kirin û dû re wiha hat gotin: “Di hevdîtinan de mijarên dualî, geşdanên li Lîbya, Suriye, Iraq, Filistîn û Behra Spî  ya Rojhilat û hinek meseleyên herêmî hatin gotûbêjkirin.”(ÎLKHA)