Êrîş li herêma Reşada girêdayê navçeya Dakukê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin endamên DAIŞê li herêmê êrîş birin li ser polêsan û 2 polêsan kuştin. Dû re êrîşeke din jî birin li ser polêsên ku hatibûn destekê ku di vê êrîşê de jî 10 polês hatin kuştin.(ÎLKHA)