Doh êvarî li navçeya Îkîtellîya Stenbolê di sîteya sanayîyê de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di kargehekê de şewat derket. Ji ber şewata ku derket gelek kargeh û wesayît şewitîn.
Tê diyarkirin kesê bi navê Sîraceddîn Yimaz ê ku di şewatê de birîndar bûbû, vê şeveqê li nexweşxanê rehmet kir.(ÎLKHA)