Fransa, piştî zêdebûna hejmara pêketîyên coronavîrusê yên li Tirkiyeyê, di çarçoveya qedexeyên rêwîtiya Covid-19an de, Tirkiye ji lîsteya porteqalî derxist û xiste lîsteya sor.

Ji teref  Sefaretxaneya Fransayê ya li Enqereyê ve derbarê mijarê de daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, ji ber zêdebûna pêketîyên coronavîrusê yên li Tirkîyeyê ew ê ji 28ê Tebaxê pêve Tirkîye di nav lîsteya sor de bê hesibandin û di rêwîtîyên ku dê ji Tirkîyê ber bi Fransayê bên kirin de tevdîr bên zêdekirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin kesên ku vaksîn li xwe dane ji vê sînordarkirina ku hat kirin muaf in.(ÎLKHA)