Naskirîyên Mela Elî Bahadirê ku dema ji Diyarbekirê diçû Bîngolê di rê de ji teref PKKyîyan ve hatibû revandin û bi îşkenceyên cûrbecûr hatibû qetilkirin destnîşankirin ku Mela Elî Bahadir ji ber ku ji bawerîya xwe qet tewîz neda û di dînê îslamê de gavek paşve neavêt hat şehîdkirin.
Dema ku tarîx 23ê tebaxa 1992an nîşan dida Kurdistan cardin ji zilmeke nû re ji wehşet û qetilkirineke wehşîyanê re şahidî kir. Mela Elî Elbahadirê ku ji bona taziya jinbara xwe diçû Bîngolê ji ber ku bi kumik bû ji bona ku mela bû ji teref PKKyîyan ve hat revandin.Mela Elî ji ber ku ji bawerîya xwe tawîz neda û ji bona ku gavek paşve neavêt ji teref PKKyîyan ve di bin îşkenceyên giran de hat şehîdkirin.
Mela Elî Elbahadir piştî ku ji teref PKKyîyan ve hat revandin re PKKyîyan jê xwestin ku ji bawerîya xwe re heqeratan bike. Lê belê Mela Elî zilletê qebûl mekir û li hemberî daxwaza PKKyîyan berxwedanekî bi izzet li dar xist. Dema ku PKKyîyan dîtin Mela Elî Elbahadir gelekî zêde bi dînê xwe ve girêdayîye û ji dînê xwe tawîzan nade wî bi şiklekî hovanê û wehşîyanê di 32 salîya wî de wî şehîd kirin.
Xelkê herêmê yên misilman di salên 90an de bi salan rexekî di bin zilma PKKê de ji rexekî ve jî di bin zilma dewletê de nalîyan. Wehşeta ku li Mela Elî hatîye kirin jî ji wan çîrokên bi keser ên dîrokê tenê rûpeleke biçûk e…
Mela Elî Elbahadir di sala 1961an de li navçeya Yamaça Bîngolê di nava malbateke mutedeyyîn de hat dinyayê.Mela Elî piştî zaroktîya xwe diçê cem kekê xwe yê ku li Diyarbekirê ye. Mela Elî piştî hatine xwe ya Diyarbekirê dest bi Îmam Xatîbê dike û bi serkeftineke mezin mekteba xwe xelas dike. Piştî ku mekteba xwe xelas dike cara ewil li Sîwereka Rihayê dest bi melatîyê dike û heta 3 sala li wê derê melatîya xwe didomîne. Mela Elî piştî 3 salan li gunde Musyana navçeya Exîla Diyarbekirê û li camîya navenda navçeya Exîla Diyarbekirê melatîyê dike. Mela Elîyê ku xwedîyê 3 law û qîzekê bû di sala 23ê tebaxa 1992an diçû Bîngolê ji teref PKKyîyan ve li Dêrareşa nêzî navçeya Liceyê rêya otobusa ku lê siwar bûbû tê birîn û ji teref kesên PKKyî ve ji ber ku Mela Elî bi rih e û ji bona ku mela ye tê revandin.
Mela Elî hê ji biçûkayî ve xwedîyê exlaq û terbîyeke îslamî bû. Ji ber vê yekê nexasim li herêmên ku lê wezîfê dikir xebat û xizmetên îslamî dikir û bi van xebatên xwe dibû wesîleya hîdayeta gelek kesan.
Naskirîyên Mela Elî Elbahadir wan salên bi derd û kûl û bi keser ji ÎLKHAyê re anîn ziman.Muxlîs Elbahadirê ku lawê herî mezin ê Mela Elî Elbahadir e di derbarê bavê xwe de ragihand ku bavê wî di temamê heyata xwe de bi însanan ku li camîyê bûn re eleqedar bûye û dersên îslamî da ye wan.
Di salvegera şehadeta Mela Elî Elbahadir de xuşka wî Gurcu Elbahadir derheqê wî de ji ÎLKHAyê re axivî û wisa got:
Exlaqa Mela Elî pir xweş bû, muhabbeta wî bi ehlê wî re pir baş bû. Li derve jî navbera wî însanan pir baş bû. 3 salan ji min biçûktir bû. Piştî ku doza Îslamê nas kir re hal û hereketên wî hat guhartin û gelek zêde ehemîyet da taat û îbadetên xwe. Heyamekê li Exîlê melatî kir, gelê Exîlê gelek zêde jê hez dikir. Dema ku Mela Elî dihat malê bi xwe re qesedên şehîdan dianî.Carinan min pê de dixeyîdîm. Lê wî ji me re digot ku ew kesên ku di nav vê dozê de kesên baş in. Berî ku şehîd bibe her tim qala şehîdan û qala şehîdbûna wan dikir. Rojekê hat malê û dîsa qesedan guhdar dikir û digot ku bi izna Xwedê ez ê jî rojekê şehîd bibim. Ez pê de xeyidîm û min jê re got ku wisa nebêje.Hezkirina vê dozê ketibû dilê wî ku Xweda şehadetê kir nesîbê wî.”
Bira, law û hevalên Şehîd Mela Elî Elbahadir di daxuyanîya ku berî niha derheqê şehîd de dabûn de derheqê wî wis axivîbûn:
Muxlîs Elbahadirê ku lawê herî mezin ê Mela Elî Elbahadir e di derbarê bavê xwe de ragihand ku bavê wî di temamê heyata xwe de bi însanan ku li camîyê bûn re eleqedar bûye û dersên îslamî da ye wan.
“Her tim dixwest ku şehîd bibe”
Muxlîs Elbahadir axavtina xwe ya di derbarê bavê xwe de wiha da domandin: “Bavê min bitaybetî jî bi ciwanên ku dihatin camîyê re eleqedar dibû. Ji bona ciwanan bernameyên taybet amade dikir. Bi gelemperî di navbera nimêja êvarî û eşayê de ji xortan re sohbet dikir û ji wan re kitêbên Îmam Gazalî dixwend.Bi kurtasî eleqeyeke cûda ji xortan re nîşan dida. Taybetîya bavê min a di nava naskirîyan û hevalên wî de comerî û eleqeya wî ya silayî rahîm bû. Bavê min her tim dixwest ku şehîd bibe. Min carekî çend şagirdên bavê xwe dît. Ew şagirdên wî ji min re gotin ku bavê te her tim ji me re ji heyata Hz. Bîlal mînakan dida û digot her çiqas Hz. Bîlal di rêya Xwedê de eziyet û cefa kişandi be jî ji doz û dawa xwe qet nevegerîyaye.”
Muxlîs El Bahadir revandina bavê xwe ya ji teref PKKyîyan ve wiha anî ziman: “ Bavê min dema ku di sala 1992an de ji bona taziya jinbara xwe diçû Bîngolê ji teref PKKyîyan ve rêya otobûsa ku lê siwar bûbû tê birîn. PKKyîyan wê demê temamê kesên ku di otobûsê de bûn ji otobûsê peya dikin û nasnameyên wan qontrol dikin. Dema ku PKKyîyan bavê min bi rih dibînin jê pirs dikin ka çi karî dike. Bavê min jî ji wan re dibêjî ku mela ye.Kesên PKKyî ji ber vê yekê bavê min û 2 mamosteyan bi xwe re dibin.Lê belê ji ber ku mamosteyek ji PKKyîyan re dibêjî ku ez jî ji we me wî serbest berdidin.”
“3 gule li sînga wî yek jî li çavê wî çepê îsabet kiriye”
Muxlîs Elbahadir destnîşan kir ku bavê wî di destê PKKyîyan de gelekî zêde îşkence û tedayî dîtiye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku bavê min revandin gelekî îşkenceyên giran lê kirin. Li gor ku malbata min ji min re gotîye di rapora otopsîyê de eşkere bûye ku destên bavê min ji pêşve girêdane û temamê parsûyên wî di bin îşkenceyan de şikandine. PKKyîyan piştî ku temamê parsûyên wî şikandinê re bi çekan lê reşandine. Di dema reşandinê de 3 gule li sînga wî û yek gule jî li çavê wî çepê ketîye. Jixwe nîvê rûyê wî tunebû , ji hev hilweşîyabû. Şiklekî hovanê û wehşîyane bavê min şehîd kirine. Li gor agahîyên ku me bidest xistîye hinek kes ji PKKyîyan pirsîne ‘We çima wî kuştîye?’ wan jî gotine ku ‘Ew li hemberî me gelekî berxwe dida.’ Bi vî awayî me nêzî heftîyekê ji bavê xwe tu xeber nestand.Heta ku malbata polêsekî ku digel bavê min ji teref PKKyîyan ve hatibû revandin û hatibû qetilkirin xeber da apê min û haya jê çêbû.Bi vî awayî bavê min hate peyda kirin.”
“Bi şehîdbûna bavê min gelek însan heq û batil dîtin”
Muxlîs Elbahadir axavtina xwe ya di derheqê bavê de di nava xemgînî û xemnakîyê de wiha domand: “Me êş û kesera bêbavîtîyê bi salan jiya.Her tim ew kûla bêbavîtîyê di dile me de hebû.Ez jî niha bûme bav.Ji ber ku min bavê xwe nedît û mezin bûme heta ji destên min tê wê hezkirina bavîtîyê didim zarokên xwe. Dibe ku em li vê dinyayê bêbav mabin û mezin bûbûn. Lê belê em vî tiştî baş dizanin ku bi şehadeta bavê xwe me Elîyek winda kir lê belê bi xwîna şehadeta wî gelek însan hatine hîdayetê. Bi şehadeta bavê min gelek însan heq û batil bi şiklekî eşkere hîn bûn û dîtin.”
Fahrettîn Elbahadirê ku kekê Mela Elî Elbahadir e destnîşan kir ku ji ber ku derfet û îmkanên bavên wan tunebû wî bixwe birayê xwe Mela Elî daye xwendin.
“Xwedîyê xislet û karekterekî sexlem bû”
Fahrettîn Elbahadir di derbarê birayê xwe de wiha axivî: “Bavê min nikaribû wî li gund bide xwendin.Li gund heta sinifa 4an xwend.Pişt re min wî anî cem xwe.Min qeyda wî Îmam Xatîbê kir. Piştî ku mezun bû têkete îmtîhanên dîyanetê û bi ser ket û bû mela.Wî tayînî Sîwereka Rihayê kirin. Kekê min her cihê ku lê wezîfê dikir ji teref ehlê wê derê ve gelekî zêde dihat hezkirin.”
“Di rûyê wî de cixare tefandibûn û bedena wî şewitandibûn”
Fahrettîn Elbahadir axavtina xwe ya di derbarê birayê xwe de wiha da domandin: “Mela Elî li gund dijîya. Kêm caran me hevdû didît. Navbera wî û ya gundîyan gelekî baş bû. Her wiha gundî jî gelekî jê razî bûn. Gelek kesên herêmê weke me zilm dîtin.Gelo însan zilma ku ditîye qet ji bîr dike? Qet lê qet ji bîr nake. Dema ku min cenazeya birayê xwe dît ez ecebmayî mam. Lewra îşkenceyên giran lê kiribûn.Ewqas îşkence lê kiribûn ku heta cixarê jî di rûyê wî de tefandibûn û bedena wî şewitandibûn.Xwedê Teala qadir e ku ji heqê zalima were.”
“Her tim dixebitî û bi şiklekî rêkûpêk kitêb dixwend”
Mustafa Durgunê ku hevalê Mela Elî Elbahadir bû di derbarê wî de fikr û ramanên xwe wiha anî ziman : “Mela Elî yekî helîm û selîm bû. Her wiha cehd û xîreta wî jî zêde bû.Dema ku li Exîlê bû em çend caran çûne ziyareta wî.Gelek zêde xizmet û fedakarî dikir. Bi şiklekî rêkûpêk kitêban dixwend û zêde jî dixebitî.Her cara ku em rasta wî dihatin me jê pirs dikir ‘Seyda ka em ê çi bikin?’ wî jî digot ku ‘Divê em piçekî din zêde bixebitin.’ Mela Elî însanekî mibarek bû.Ji ber ku şehîdî heq dikir Xwedê Teala jî şehîdî nesîbê wî kir.”(ÎLKHA)