Derbarê mijarê de ji teref rayedarên Konseya Parastina Sîwîl a Neteweyî ya Sûdanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, ji ber lehîya ku rabû 43 kes canê xwe ji dest dan û 2 hezar û 838 mal xera bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, ji ber lehîyê 8 hezar û 621 mal zirar dîtin û li herêma lehîyê xebat berdewam dikin.(ÎLKHA)