Derheqê hevdîtinê de ji teref Kremlînê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di hevdîtina ku di navbera Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn hat kirin de geşedanên dawî yên li Efxanistanê hatin gotûbêjkirin û di hevdîtinê de hat destnîşankirin, ji bo li Efxanistanê aramî û îstîqrar hakim bibe ew ji bo hevkarîyê amade ne.(ÎLKHA)