Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Ewlehîya Wanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama lêgerînên ku li navçeya Îpekyolu û Elbaka Wanê hatin kirin de 226 kîlo eroîn hat bidestxistin.

Di berdewam daxuyanîyê de hat destnîşankirin 5  kesên şikdar hatin binçavkirin.(ÎLKHA)