Li gorî daneyên ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Hindistanê ve hatine belavkirin, di encama testên ku hatin kirin de bi 40 hezar û 120 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin û 585 kes jî mirin.

Bi van daneyên dawî yên ku hatine belavkirin hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin gihaşt nêzî 431 hezaran û yên pêketîyan jî derket 32 milyon û 117 hezar û 826 kesan.(ÎLKHA)