Hat ragihandin li Kerbelayê sûîqast li Abîr el-Hafacîyê Serokê Şaredarîya Kerbelayê hat kirin.Di encama sûîqasta ku hat kirin de Abîr el-Hafacî canê xwe ji dest dan.Hêj nayê zanîn êrîş ji teref kî ve hatiye kirin.

Tê diyarkirin Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazîmî ji ber kuştina Serokê Şaredarîya Kerbelayê vê şeveqê çû Kerbelayê û dê beşdarî merasîma cenazeyê bibe.(ÎLKHA)