Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya li qada siyasî û emnî ya Iraqê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û gefên li ber proseya siyasî û hilbijartinan hatin guftûgo kirin.

Her di vê civînê de Balyozê nû yê Brîtanya pêzanînên xwe ji bo hewlên çaksazî û çalaktir kirina Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hebû û hebûna hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên artêşa Iraqî bi erênî wesif kir.

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Brîtanya mijareke dinê vê hevdîtinê bû û Barzanî li erk û karên wî da hêviya serkeftinê ji bo Balyozê nû yê Brîtanya xwest.(ÎLKHA)