“Divê fikarên gel a di warê lêdana vaksînê de ji holê bê rakirin”

Şehzade Demîrê Sekreterê Giştî û Berdevkê Partîyê di nirxandina xwe ya derheqê coronavîrus û lêdana vaksînê de destnîşan kir, şoba coronavîrusê tesîra xwe ya li her derê jiyanê bi şikleke xurt didomîne û dû re wiha got: “Ji ber ku demajoya vaksînê bi şikleke şeffaf nayê kirin, ji ber fikarên aborî yên welatîyan, ji ber ku tenduristî ji turîzmê re tê qurbankirin, ji ber ku vaksîna xwemalî dereng tê amadekirin û ji ber spekulasyonên ku li ser medyaya civakî derheqê vaksînê de tên kirin pêvajoya lêdana vaksînê bi ser neket û serkeftî nebû. Divê hikûmet xebatên ku dike şefaftir bike, fikarên gel a di warê lêdana vaksînê de ji holê rabike, di warê sektora turîzmê de li dijî coronavîrusê tevdîr bên zêdekirin. Heqê tu kesî tune ye ku canê xwe û canê kesekî din bixe xetereyê ku ji ber vê yekê em bang li welatîyên xwe dikin da ku vaksînê li xwe bidin.”

Demîr di nirxandina ku kir de derheqê zêdebûna heqê erzaq û xurekê û her wisa derheqê mexdûrîyetên ku di mulakatan de pêk tên de destnîşan kir, zêdebûna heqê erzaq û xurekê refaha ku divê di nav civakê de hebit ji holê radibe û ev yek dibe sedema bêedaletîya di dahatê de. Di meseleya mulakatê de jî weke ku tê zanîn ji kesên ku di îmtîhanê de puanên gelek zêde distînin di mulakatên devkî yên ku tên kirin de gelek puanên hindik ji wan re tê dayîn û wanan di bin bendavê de diberdin ku ev yek bi şikleke aşkere bêhiqûqî ye ku ev puanên mulakatê jî li gorî lêpirsîna ewlehîyê tên dayîn ku ev yek ne ya qebûlkirinê ye.

Demîr di berdewama nirxandina xwe de derheqê kêmbûna perwerdehîya exlaqê de jî destnîşan kir, ji ber kêmbûna perwerdehîya exlaqê bingehên civakê yên manewî ji kokê ve tên xerakirin û her ku diçe ev xerakirin zêdetir dibin ku ji bo dahatûya civakê bê xistin bin temînatê pêwîst e tevdîrên lazim bên standin û li dijî temamê faktor û hêmanên ku ji îstîsmarê re dibin sedem re micadele bê dayîn.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de Demîrî derheqê geşedanên dawî yên li Efxanistanê de jî balan kişand li ser zirara ku Amerîka li wê derê pêk anîye û destnîşan kir, ji bo şer û pevçûnê li herêmê zêdetir belav nebe divê teref êdî hev sûcdar nekin û menfaatên gelê Efxanistanê li pêşîya menfaatên xwe bigirin.(ÎLKHA)