Civîna ku bi amadebûna xanima Rêwaz Fayiq Seroka Parlemena Kurdistanê birêveçû û tê da pêşxistina warên peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Komara Îslamiya Îranê li ser bingeha cîrantiyeke baş û berjewendiya hevbeş û girîngiya parastina asayîş û aramiyê guftûgo kirin.

Di civînê de ji bilî  şanda li gel Serok Nêçîrvan Barzanî,  hejmarek ji berpirsên Komara Îslamiya Îranê jî amade bûn, her wiha di derbarê rewşa navçeyê bi giştî û çend pirseke dinê girîng û hevbeş de danustandina bîr û ramanan kirin.(ÎLKHA)