Di encama êrîşa ku hat kirin de 17 kes birîndar bûn. Tê diyarkirin kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Weke ku dê bê bîran doh di wextên nîvro de êrîş li 2 wesayîtên sîwîl hatibûn kirin û di êrîşê de 2 sîwîl mirin û 2 sîwîl jî birîndar bûn.

El-Bab weke ku tê zanîn di bin komên çekdar ên ku Tirkîye destekê dide wan de ye.(ÎLKHA)