Di daxuyanîya ku hat belavkirin de  derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di 24 seatên dawî de  bi 3220 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; di 24 seatên dawî de 14  kes ji  ber Coronavîrusê mirin. Bi vê hejmara dawî hejmara kesên ku mirin derket 4872 kesan; her wisa bi pêketina 3220 kesan hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 247 hezar kesan.(ÎLKHA)