Qeza derdora 04.45ên şeveqê li ser rêbeja Stenbol-Îzmîrê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobuseke rêwîyan li navçeya Somaya Manîsayê li kamyona ku li kevîya rê sekinîbû qelibî.

Di encama qezaya ku pêk hat de 6 kesan canê xwe ji dest dan û 37 kes jî birîndar bûn.

Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)