Qeza li navçeya Şehîtkamîla Entabê pêk hat. Li gorî agahîên ku hatine wergirtin tirek ji paş ve li mînîbûsa rêwîyan qelibî. Di encama qezaya ku pêk hat de  3 kes mirin û  16 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)