Di encama lehîya ku rabû de 6 avahî hilweşîyan, 103 kes mirin û zêdetirî hezar ü 300 kesan jî winda bûn û agahî ji wan nayê girtin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li herêma lehîyê rewşa derasayî hat îlankirin.Li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Hat hînbûn lehî li Belçîkayê jî tesîrdar bûye.(ÎLKHA)