Bûyer li otogara navçeyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Cedîh Pîlatîn û birayê wî Cemîl Pîlatîn û lawên wî Harun û Mehmet Pîlatîn li otogarê li rasta hev hatin û minaqeşe kirin.

Di pevçûna ku bi nîqaşê dest pê kir de çek hatin bikaranîn. Di encama pevçûna çekdarî de Harun Platîn mir û Mehmet û Cemîl Pîlatîn jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê  bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)