Derbarê mijarê de ji teref Serokê Şaredarîya Deçanê Bashkim Ramosaj li ser medyaya tora civakî daxuyanîyek belav kir.

Ramosaj di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, li bajara Deçana Kosovayê nêzî hezar û 500 kes ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn bi jehrê ketin ku ji ber vê yekê alîkarîya tibbî hatiye telebkirin.

Selmon Berishayê Midûrê Navenda Hekîmtîya Malbatê ya Şaredarîya Deçanê ve jî derbarê rewşa tenduristîyê ya kesên bi jehrê ketine de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir, rewşa kesên bi jehrê ketî baş e.

Tê îddîakirin welatî ji avê bi jehrê ketine.(ÎLKHA)