Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şewat li Nexweşxaneya Îmam Huseyn a li parêzgeha Zîkarê de derket. Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Iraqê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; ji ber şewatê heta niha 92 kes canê xwe ji dest dan.

Tê fikarkirin ku hejmara mirîyan zêdetir bibe.(ÎLKHA)