Ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve rêjeya bêkarîyê ya meha gulana sala 2021ê hat belavkirin. Li gor daneyên ku ji teref TUÎKa Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîyê ve hatine belavkirin di meha gulanê de rêjeya bêkarîyê li gorî heman meha sala borî 0.6 puan kêm bû û bêkarî daket ji sedî 13,2yan.
Rêjeya îstîhdamê kêm bû
Hejmara kesên ku hatine îstîhdamkirin di meha gulanê de li gor heman meha sala borî 216 hezar kes kêm bû û derket 27 milyon û 844 hezar kesan.(ÎLKHA)