Di hevdîtina ku li Selahaddînê hat kirin de Robert Waller Konsolê berê yê Amerîka li Hewlêr amade bû, rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û hilbijartinên paşerojê ya Iraqê û proseya siyasiya Herêmê guftûgo kirin.

Her di vê hevdîtinê de Konsolê nû yê Amerîka tekez li wê yekê kir ku welatê wan xwazyarê Herêma Kurdistaneke bihêz û yekrêze û Amerîka herdem rêz ji bo îrade û xweragiriya gelê Kurdistanê hebû û ragihand ku Amerîka bi dilgiraniyê ve temaşa gefa siyasî û emnî ya li ber Iraqê dike.

Her di vê civînê de tekez li ser prensîpên pêkvejiyan û azadî û wekhevîxwaziyê ya wekî bingehek ji bo aramî û geşkirinê kir.

Di vê hevdîtinê de Barzanî spasî erk û keda Konsolê berê yê Amerîka li Hewlêrê kir û heman demê de jî hêviya serkeftinê ji bo Konsolê nû yê Amerîka li erk û karên wî da xwest.(ÎLKHA)