Qeza li nêzî gundê Yumakliya girêdayê Bêgirîya Wanê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa ku koçberan vediguhast ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn gindîrî şarampolê. Di encama qezaya ku pêk hat de 12 koçber mirin û 20 koçber jî birîndar bûn.

Koçberên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)