Qeza li navçeya Akçadagê li ser Rêbeja Meletî-Kayserîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa bi plaqeta 44 J 2853 a ku ajokarê wê V.B. bû û ji Darendeyê ber bi Meletîyê ve diçû ji ber windakirina hakîmîyeta dîreksîyonê gindrî şarampolê.

Di encama qezayê de 3 kes jê giran tevde 15 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)