“Pêwîst e Tirkîye li ser navê Amerîka û NATOya ku li Efxanistanê di 20 salan de bi deh hezaran însan qetil kirin, fealîyetan neke”

Di peyama ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, di warê parastina balafirgeha Efxanistanê de hevdîtin di navbera Tirkîye û Amerîkayê de berdewam dikin û dû re wiha hat gotin: “Talîban berî niha di vî warî de destnîşan kiribû ku ew ê li welêt hebûna Tirkîye û hêzên bîyanî yên din qebûl nekin, lê digel vê daxuyanîya Talîban hevdîtin berdewam dikin ku ew ê ev yek bibe sedem netîceyên muhîm. Pêwîst e Tirkîye li ser navê Amerîka û NATOya ku li Efxanistanê di 20 salan de bi deh hezaran însan qetil kirin, fealîyetan neke.Ji teref Tirkîyeyê ve li ser navê NATOyê  kirina fealîyetan ne li feydeya Efxanistanê ye.Divê Tirkîye nekeve rewşeke ku Amerîka dixwaze pê hedefên xwe bi destê Tirkîyeyê bide kirin.Hêj di navbera Talîban û birêveberîya Kabîlê de pevçûn û şer berdewam dikin û ji ber vê yekê jî hêj sîwîl dimirin ku ev yek jî li ber aştî û lihevkirinê astengek e. Rêya sereke ya îstîqrarê aştîya navxweyî ye. Tirkîye divê di pêvajoya muzakereyê de terefdarê gelê Efxanistanê be û ji bo yekîtîya sîyasî bê tesîskirin hewl bide. Her gava ku dê li Efxanistanê li ser navê NATOyê bê avêtin dê ji berjewendîyên Amerîkayê re xizmet bike û dê bibe sedem ku Tirkîye bibe hedef.”

“Li dijî wan qerarên îdamê yên li Misirê divê Tirkîye temamê derfet û îmkanên xwe seferber bike”

Di berdewama nirxandina ku hat kirin de di bîran hat xistin ku ji ser darbeya ku li serokomarê hilbijartî yê Misirê Muhammed Mursî hat kirin 8 sal derbas bûn û dû re wiha hat gotin: “Di wê darbeya ku hat kirin de bi hezaran zarok, pîrek û îxtîyar hatin qetilkjirin. Serokomar Muhammed Mursî, wezîr, parlementer, akademîsyen, alim û rojnamevan jî tê de bi deh hezaran kes hatin desteserkirin û hatin avêtin zindanan.Di pêvajoya darizandinê de bi sedan kes bi îdamê hatin cezakirin. Muhammed Mursî, Muhammed Mehdî Akîf û bi dehan kesên din di zindanan de rehmet kirin. Ji teref wan mahkemeyên leşkerî yên ku li gorî fermanên darbekeran bi cî tînin ve ji bi sedan însanên bêsûc û bêguneh re cezaya îdamê hat dayîn. Ji van cezayên îdamê 91 ceza hatin înfazkirin. Herî dawî derheqê Muhammed Bîltacîyê Sekreterê Giştî yê Partîya Adalet û Azadîyê jî di nav de ji 12 kesên din re cezaya îdamê hat dayîn û ev qerar di 14ê Hezîranê de hat tesdîqkirin. Ev qerar cinayetên siyasî ye, zilm e û wehşet e.Ger li tevahîya cîhanê ji van qerarên îdamê re bertek neyê nîşandan û zext li darbekeran neyê kirin ew ê qerar bên înfazkirin. Bila şipheya kesî di vî warî de tune be. Li dijî darbekeran rabûna li ser pîyan û astengkirina van îdaman wezîfeya hevpar a temamê însanan e. Yekîtîya Ewrûpa, Neteweyên Yekbûyîyê ku mafên mirovan ji ser zimanê xwe nayênin xwarê û Teşkîlata Hevkarîya Îslamê û temamê sazîyên navneteweyî  ji bo ev îdam bên sekinandin divê dest bi hereketê bikin.Her wisa li dijî wan qerarên îdamê yên li Misirê divê Tirkîye temamê derfet û îmkanên xwe seferber bike.”(ÎLKHA)