Qeza li nêzê Pira Akê qewimî.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, otomobîla bi plakaya 17 ACG 941 a ku ajokarê wê M. Aydoğdu bû û otomobîla bi plakaya 16 JN 799 a ku ajokarê wê Arif Z. bû li navçeya Biga ya Çanakkaleyê li hev qelibîn.
Di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.
Birîndar ji hêla tîmên servîsa lezgîn a 112 a ku gazî cihê bûyerê kirin, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Biga û nexweşxaneyên taybet ên li navçeyê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)