Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin; ji bo hişyarîyê çar bombe hatine avêtin nêzî keştîya Îngîlîzan.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, ji ber ku keştîya Îngîlîzan ketiye sehaya wan a behrê û guh nedaye hişyarîyan gule hatine berdan.

Îngîltere jî derbarê mijarê de destnîşan kir, keştîya wan di sehaya behrê ya Ukraynayê de hereket dikir û ji bo hişyarîyê gule nehatiye berdan.(ÎLKHA)