Qeza li ser 45emîn kîlometreya Rêbeja Diyarbekir-Wêranşarê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kamyona ku barê wê tuxla bû û otomobîla bi plaqeya 42 US 007 li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi  ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)