Di peyama pîrozbahîyê de  Barzanî ji bilî pîrozbahî û hêviya serkeftinê li post û erkê wî yê nû da, hêvî xwestiye li serdema Serokayetiya  Reîsî da peywendiyên Herêma Kurdistan û Iraqê li gel Komara Îslamiya Îranê li ser bingeha cîrantiyeke baş û berjewendiya hevbeş zêdetir bê pêşxistin û warên alîkariya Hewlêr û Bexda li gel Tehranê bi navê aramiya her du aliyan û navçeyê da, bê berfirehtir kirin.(ÎLKHA)