Li gorî daneyên ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Hindistanê ve hatine belavkirin, di encama testên ku hatin kirin de bi 60 hezar û 753 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin û 647 kes jî mirin.
Bi van daneyên dawî yên ku hatine belavkirin hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê mirin gihaşt nêzî 386 hezaran û yên pêketîyan jî derket 29 milyon û 823 hezar û 546 kesan.(ÎLKHA)