Di daxuyaniya ku ji hêla HAMAS ve hat kirin de, hat diyarkirin ku di hevdîtina li Qahîreyê de, aliyan mijarên herêmî û her wiha têkoşîn û serfiraziya berxwedana Filistînê ya li pêşberî êrîşên dawî yên rejîma dagirker nîqaş kirin.

Di civînê de, hemî aliyên nûavakirina Xeta Gazzeyê hatin nîqaşkirin, û têkiliyên bi Misrê re û awayên pêşxistina van têkiliyan hatin nîqaşkirin.

HAMAS ragihand ku şandeyek di bin  serokatiya Haniye de li ser vexwendina rêvebiriya Misrê ji bo destpêkirina diyalogê li ser cûrbecûr pêşkeftinên meydanî û siyasî doh çû Qahîreyê(ÎLKHA)