Li gorî agahîyên ku ji rayedarên HUDA PARê hatine wergirtin di hevdîtina ku hat kirin de Elî Huseyînê Berpirsê Pêwendîyên Bi Gel a PDKê destnîşan kir, ew li ser navê Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî digere.
Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, Elî Huseyîn her wisa destnîşan kir, Mesûd Barzanî bi xwe ew ê li Yapicioglu gerîyabana, lê ji ber geşedanên dawî yên li herêmê fersend nedîtîye ku ji ber vê yekê ew wekîltîya wî dike û peyama wî ya tebrîkê ji bo Yapicioglu tîne zimên.
Di hevdîtina ku hat kirin de Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê jî ji bo Mesûd Barzanî ji ber Pêşmergeyên ku hatin qetilkirin daxwazên xwe yên tazîye û şînê vegot û Elî Huseyîn jî li ser navê Barzanî tazîyeya wan qebûl kir.(ÎLKHA)