“Em êrîşa PKKê bi tundî şermezar dikin û êrîşa li ser Pêşmerge êrîşa li ser hemû gelê Kurdistanê ye”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin: “Em êrişa PKKê bi tundî şermezar dikin û êrîşa li ser Pêşmerge êrîşa li ser hemû gelê Kurdistanê ye. Bi mixabiniyeke mezin, di 5/6/2021 di encama danîna kemînekê ji aliyê PKK a li devera Amêdiyê de, pênc Pêşmerge şehîd bûn û çend Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa PKKê bi tundî şermezar dike û êdî xelk û Herêma Kurdistanê rê nadin bibine qurbaniyên siyasetên wan ên çewt û rê nadin PKKê ku bibin hokara gihandinê ziyanên canî û madî bi herêma me.”

“Pêşmergeyên Kurdistanê parastina welatiyan û bost bi bostê xaka Herêma Kurdistanê erka xwe dizane”

Di berdewama daxuyanîyê de hat bal hat kişandin li ser parastina Kurdistanê û dû re wiha hat gotin: “Di demekê de ku em êrîşa li ser hêza Pêşmerge bi êrîşa li ser hemû gelê Kurdistanê dizanin, hêza Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam e di parastina welatiyan û bost bi bostê xaka Herêma Kurdistanê û erkê xwe dizane ku berevaniyê lê bike.Pirse û sersaxiyên xwe arasteyî malbatên wan şehîdan dikin û ji Xwedêyê dilovan xwazyar in wan bi bihuştê şad bike û hêviya başbûnê jî ji birîndaran re dixwazin.”(ÎLKHA)