“Pêwîste sînorek ji bo van reftarên PKK beramber bi Herêma Kurdistanê bê danîn”

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin: “Bi tundî wan êrîşan şermezar dikîn ku berî sibehiya îro çekdarên PKK li navçeya Metîna ya li tixûbê Amêdî li ser Pêşmerge kirin û li encamê da pênç Pêşmerge şehîd û hejmareke din jî birîndar bûn. Pirse û serxweşiyê li kesukarên şehîdan dikîn û hevbeşê xema wanîn, hêviya bi lez başbûnê ji bo birîndaran dixwazîn.Dûpat dikîn ku pêwîste sînorek ji bo van reftarên PKK beramber bi Herêma Kurdistanê bê danîn û bi tu awayekê nabê berdewam bin ku bê hêcet ev demeke sîh salane beramber bi xelkê Herêma Kurdistanê dike û bûye sedema berdewam êşandina welatiyan û rêgiriyê li ava‌dankirin û vegerana jiyana bi sedan gund û dêhatên Kurdistanê kiriye.”

“Bila PKK çekdarên xwe ji tixûbên Herêma Kurdistanê dûr bixe”

Di berdewama daxuyanîyê de bal hatin kişandin li ser alozîyên ku PKKê jê re dibe sedem û dû re wiha hat gotin: “Ew berdewam bûne sedema dirustkirina kêşeyan û hîç rêzek li îdare û yasayên Herêma Kurdistanê nagrin û berdewam aramiya gel û welatê me dixin ber gef û metirsiyê.Dûbare daxwaz dikîn û hişyariyê dikîn ku PKK êdî nebê sedema alozî û pişêwiyê, çekdarên xwe li tixûbên Herêma Kurdistanê dûr bixe û rêz li kiyan û îdare û sînorên Herêmê bigre û axa Herêma Kurdistanê neke pêgehek ji bo êrîşkirina ser welatên cîran û têkdana aramiyê, Hikûmeta Federaliya Iraqê jî divê li vî derbarî de erk û berpirsiyariya xwe bi cîh bike.”(ÎLKHA)