Di encama êrîşa çekdarî ya ku ji teref terorîstan ve hat lidarxistin de herî kêm 100 kesên sîwîl canê xwe ji dest dan.
Serokê Dewleta Burkîna Faso Roch Marc Christian Kabore derheqê êrîşa ku hat kirin de daxuyanîyek belav kir.
Roch Marc Christian Kabore di daxuyanîya xwe de destnîşan kir, êrîş li Solhanê hat kirin û di êrîşê de herî kêm 100 kesên sîwîl hatin kuştin ku ew ji ber vê yekê ji bo 3 rojan şîna neteweyî îlan kirine.(ÎLKHA)