Berî vê du rojan Kongreya Mezin a Asayî ya 4emîn a HUDA PARê hat lidarxistin. Partîyên siyasî yên ku li Kurdistana Başûr xebatên xwe dikin ji bo kongreya HUDA PARê peyam şandin.

Yekgirtûyê Îslamîyî Kurdistan:

Ji birayê we ji bo we silav û hûrmet…

Ji ber minasebeta kongreya ku hûn li dar dixin ez ji dil û can we tebrîk dikim. Ez ji Xwedayê ku Rebbê aleman e daxwaz dikim ku hûn di kongreya xwe de û him jî dikarên xwe yên bê yên partîya xwe de bi ser bikevin.

Ez hêvîdar im ku têkilî û pêwendîyên navbera me pêşvetir biçin.

Cardin we pîroz dikim û bo we serkeftinê daxwaz dikim.

Yekgirtûyê Îslamîyî Kurdistan

Peyama Bizûtnewey Îslamî:

Li ser navê Rêberê Giştî yê Bizûtnewey Îslamî , lijneya birêveberîyê û temamê endamên wê…

Ji ber minasebeta 4emîn kongreya partîya we, ez we ji dil û can pîroz dikim û ez Xwedayê mezin daxwaz dikim ku hûn bigihijin wan hedefên ku we di kongreya xwe de ji bo Îslam, ummet û millet danîne.

Em temamê endamên we yên berê û nû tebrîk dikin.

Bizûtnewey Îslamî …(ÎLKHA)