Di hevdîtinê da Konsolê nû yê Suudiyê ya li Hewlêrê pêzanînên xwe ji bo geşbûnên li Herêma Kurdistanê hebû ku ji bilî hebûna gefên zêde pêşketineke ber bi çav li Herêma Kurdistanê pêkhatiye. Her wiha daxwaza welatê xwe jî ji bo berfirehtirkirina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê yên li warê sermayeguzarî û aborî û warên din ji Barzanî ragihand.

Di hevdîtinê de Barzanî ronahî xiste li ser peywendiyên dîrokî yên di navbera gelê Kurdistan û Şahnişîna Suudiye û spasî Suudiyê kir ku li kêmkirina barê giran ya koçberan de hevkar û yarmetîderê Herêma Kurdistanê bûye. Her wiha Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Konsolê nû yê Suudiye li erk û karên wî yên li Herêma Kurdistanê de xwest.(ÎLKHA)