Qeza li ser Rêbeja Diyarbekir-Bismilê li nêzî gundê Huccetî pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 34 BFD 453 a ku ajokarê wê Murat Utangaç  bû û wesayîta bi plaqeya 34 BAL 563 bû li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de Erdal Bedir (38), Mehmet Salih Bedir (32), Murat Utangaç (25), pitikek û kesekî ku navê wî nehat hînbûn birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)