Di dîmenên ku doh di tora medyaya civakî de hatin belav kirin de hat dîtin ku Tirkîye li herêma Badînanê darên mazî û berûyan ên ku devî û reban in jê dikin û bi tirempêlan dibin.

Ji doh ve ji vê birîna daran de li ser tora medyaya civakî bertekên tund tên nîşandan ku herî dawî Wezaretên Çandiniyê yên Iraq û Herêma Kurdistanê   daxuyanîyek hevpar dan û bang li hikûmeta Tirkîyeyê kirin da ku dawî li vê yekê bînin.

Di daxuyanîya hevpar a ku hat belavkirin de tiştê ku ji teref Tirkîyeyê ve tê kirin wek karekî dijminane û li dijî mirovahî û jîngeha mirovan hat wesfandin.

Doh êvarî jî Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Adil Cotyar jî daxuyanîyek belav kiribû û li dijî vê yekê nerazîbûn û bertekên xwe nîşan dabû.(ÎLKHA)