Qeza derdora seat 09.00an de pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin serwîsa mamosteyan a bi plaqeya 47 AAU 510 û wesayîta bi plaqeya 01 ABN 677 li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de 3 jê giran tevde 8 kes birîndar bûn.

Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)